Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sê kolber li ser sînorên Kurdistanê hatine birîndar û binçavkirin

10:39 - 15 Tebax 2023

Du kolberên Kurd li ser sînorê bajarên Bane û Newsûdê bi teqeya hêzên rejîmê hatine birîndarkirin û kolberek jî hate girtin.

Roja Yekşemî 22 Gelawêjê, kolberekî Kurd yê bi navê “Tahîr Îsmaîl Tewana” yê kurê Elî û xelkê bajarê Pîranşarê, bi teqeya hêzên ewlehî yên rejîmê li ser sînorê “Hengejale”ya Banê birîndar bû û kolberekî din jî yê bi navê “Şîrzad Îsmaîl Tewana” kurê Husên û xelkê bajarê Pîranşarê, ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve hate girtin.

Li gorî Ajansa Nûçegehaniya “Kurdpa”yê, hêzên rejîmê bi bê agehdarkirina berê teqe li “Tahîr Îsmaîl Tewana” kiribûn.

Kurdpa dibêje, heya niha lipeykevtina malbata Şîrzad Tewana bo azadiya demkî a kurê xwe, bê encam maye.

Herwisa roja Yekşemî 22 Gelawêjê, “Erselan Resûlî” yê xelkê gundê “Bîşasbiya Serû” yê ser bi bajarê Serdeştê bi teqeya hêzên ewlehî yên rejîmê li ser sînorê “Hengejale” yê ser bi Banê canê xwe ji dest da.

Her di vê peywendiyê de, roja 21Gelawêjê, kolberekî Kurd yê bi nave “Şayan Zehmetkêş” yê xelkê gundê “Tîn” yê ser bi bajarê Pawe, bi teqeya hêzên rejîmê li ser sînorê Newsûdê birîndar bû.

Hêzên rejîmê bi bê agehdarkirina berê teqe li wî kolberî kiribûn.

Ev kolberê Kurd roja 7ê Gelawêja 1401 a Rojî, car din digel girûpek ji kolberan li ser sînorê Newsûdê hatibû birîndarkirin.