Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêûresmek bi hilkefta 25ê Gelawêjê li welatê Otrîşê bi rê ve çû

10:54 - 15 Tebax 2023

Roja Şemî 21ê Gelawêjê, Komîteya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li Otrîşê, bi hilkefta 25ê Gelawêjê, 78emîn salvegera avakirina Hizba Demokrat, rêûresmek bi beşdariya endam û alîgirên Hizba Demokrat û nûnerên beşek ji hizbên Kurdistanî lidar xist.

Rêûresm bi sirûda netewî ya “Ey Reqîb” û xulekek bêdengî bo rêzgirtin li canê paqij ê şehîdên Kurd û Kurdistanê hate destpêkirin.

Piştre peyama Komîteya Hizba Demokrat li Otrîşê ji aliyê “Mihemed Feqê Elî” ve hate pêşkêşkirin û di peyamê de îşare bi beşek ji dîroka pir ji şanazî û evraz û nişîvên 78 sal xebata bêwestan û berdewam a Hizba Demokrat hate kirin.

Herwisa “Hemekerîm” wek Nûnerê Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê li Ortîşê û herwisa Nûnerê Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriyê “Mihemed Şerîf” peyamên pîrozbahiyê pêşkêş kirin û hêviya berdewambûna xebat û serkevtinê bo Hizba Demokrat xwestin.

Rêûresm bi mûzîk û dîlanê bi dawî hat.