Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du welatiyên xelkê bajarê Pîranşarê ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine girtin

11:03 - 15 Tebax 2023

Wuşyar Qadirî û Luqman Suxenwer, du welatiyên xelkê gundê “Şînavê” yê ser bi bajarê Pîranşarê, ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine girtin.
Li gorî nûçeya Encumena Girtiyên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê “Xweragirî”, roja Duşemî 23ê Gelawêja 1402 a Rojî, “Wuşyar Qadirî” naskirî bi “Dewlet” û “Luqman Suxenwer, naskirî bi “Gerdî” û xelkê gundê “Şînavê” yê ser bi bajarê Pîranşarê, ji aliyê hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran ve bi bê hebûna belgeyên yasayî hatine girtin û bo cihek nexuya hatine veguhastin.
Hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran li Pîranşarê, bi bê ti belgeyek yasayî rijiyane ser mala Wuşyar Qadirî û Luqman Suxenwer, û ev girtin û bo cihek nexuya veguhastin.
Heya dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek ji çarenivîs û tohmetên li dijî wan hatinî sepandin û cihê mana wan li ber dest nîne.