Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nûnerên Hizba Demokrat serdana ofîsa Partiya Kar a Ustraliyayê kirin

11:22 - 15 Tebax 2023

Roja Duşemî 23ê Gelawêjê, Berpirsê Pêwendiyên Hizba Demokrat “Selah Pûresed” û Endamê Pêwendiyan “Mesûd Pîran”, ji aliyê Komîteya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li Ustraliyayê, digel dostê Hizba Demokrat û Nûnerê Parlemana Federalî ya Ustraliyayê û Serokê Lêjneya Mafê Mirovî ya Parlemanê “Giraham Pîrêt” kom bûn.
Di vê kombûnê de, heteta Hizbê bi hilkefta nêzîkbûna salvegera serhildana gelên Îranê ku bi şehîdkirina keça Kurd “Jîna Emînî” destpê kir, raporek li derheq xwenîşandanên aşitîxwazane û medenî yên xelkê serhildêr û kuştina hovane ya xelkê ji aliyê rejîma Îranê di heyama sala derbasbûyî de, bi “Giraham Pîrêt”  re pêşkêş kir. 
Di vê rûniştinê de behsa destpêbûna maşîna terorê ya rejîma Îranê li derveyî sînorên Îranê hate kirin ku di vê heyamê de çendîn têkoşerên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê hatine terorkirin û herwisa îşare bi gefxwarinên rejîma Îslamî ya Îranê li dijî penaberên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê û têkoşerên nîştecih Başûrê Kurdistanê hate kirin û daxwaz ji Ustraliyayê hate kirin ku li vî warî de helwîstê bigire.
“Giraham Pîrêt” bi hûrî guh ji rapor û behsan girt û soz da ku wan daxwaziyan bigihîne bi karbidestên Wezareta Derve û ragihand ku piştî wan dorpêçên ku Ustraliyayê xistine ser rejîma Îslamî ya Îranê, pêwendiyên dîplomatîk digel rejîma Îranê di kêmtirîn astê de ye.
Nûnerên Hizba Demokrat tevî spaskirin li hikûmeta Ustraliyayê li derheq helwîstgirtin li dijî rejîma Îranê, daxwaz kirin ku givaşeke zêdetir bixine ser rejîmê û bi taybet Spaha Pasdaran a terorîst li nav lîsteyê rêkxirawên terorîstî zêde bike.