Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama Navenda Birêveberiya Hizba Demokrat bi hilkefta 78 saliya avakirina Hizba Demokrat û salvegera yekgirtina refên Hizbê

11:37 - 15 Tebax 2023

Xelkê Têkoşer ên Kuridstanê!

Endam û alîgirên Hizba Demokrat!

Malbatên serbilind ên şehîdan û girtiyên siyasî!

25ê Gelawêjê, salvegera avakirina Komeleya Jiyaneweya Kurd (J K)ê ye ku piştî sê salan ji rêkxistinek nihênî ve bû bi rêkxistinek eşkere ya siyasî û navê wê jî bi Hizba Demokrat a Kurdistanê hate guherîn. 25ê Gelawêja îsal 81 sal bi ser Komeleya Jêkaf û 78 sal bi ser ragihandina Hizba Demokrat a Kurditanê ve derbas dibe.

Destpêkê em bi vê minasibetê silavan dişînin bo yad û navên damezrînerên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, berî her tiştî damezrênerên Jêkafê, Pêşewa Qazî Mihemed (damezrênerê Hizba Demokrat), şehîdên nêzîkî heşt dehik xebat û devbernedan ji vê hizbê, hemû têkoşerên vê rêbazê  û herwisa endamên hizbê, tev tex û qatên civaka Kurdistanê ku bi cangorîtiyê û girtina erk bi stuyê xwe, bi awayekî bêwestan piştevanî ji xebata Hizba Demokrat kirine. Em bi vê minasibetê pîrozbahiyê dibêjine malbatên şehîdan, malbatên pêşmerge û girtiyên siyasî ku bi berxwedanî û mana wan di meydanê de û hest bi berpirsyariya xwe, hander û piştevanê Hizba Demokrat in, da ku bi rijdî ve ji hemû demê li çepera xebat û têkoşîna bo bidestveanîna mafên netewayetiya gelê Kurd di Îranê de berdewam be.

‌Hevalan û hogirên xebata Kurd li Rojhilatê Kurdistanê!

Bi damezrandina Hizba Demokrat qonaxeke nû li têkoşîna siyasî ya Kurd li Îranê li pêxema bidestxistina mafê xwe yên neteweyî destpê kir. Piştî vê ku Hizba Demokrat hate avakirin di nava çend mehan de, karî bi ragihandina Komara Kurdistanê kevirê bingehîn ê yekem desthilata siyasî ya modern û demokratîka Kurdî danê. Destkevt û mîratên me`inewî yên Komarê wek gotara neteweyî û mafê diyarîkirina çarenivîs û nasnameya serbixwe, danîna ala û sirûda netewî û hêza pêşmerge wek spaha nîştimanî, bûn bi xalguherîna xebata netewî ya Kurd û bandorek mezin li ser tevgera siyasiya Kurd danî ku piştî 78 salan, îlhamderê xebata rizgarîxwaziya Kurd li hemû parçeyên Kurdistanê ye.

Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê di heyama temenê xwe de, gelek qonaxên dijwar derbas kiriye. Ev Hizbe ne bi serkevtinan ji xwe derçûye û ne jî di rewşên krîzê de hêviya xwe ji dest daye. Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê di dîroka 34 sal xebat li dijî rejîma Paşayetî û 45 sal desthilata Komara Îslamî, ne tenê alahilgirê xwest û daxwaziyên gelê Kurd li Îranê bûye, belkî hêza sereke û here diyar a meydana xebata li dijî wê rejîmê jî bûye û niha jî herwisa bi îrade û baweriyeke qahîm ve ji xebat û têkoşîna bo bidestanîna maf û armancên netewî yên Kurd li Îranê berdewam e.

Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê di pêwendî digel parçeyên din ên Kurdistanê hertim bi hestên berpirsayetî ve tevgeriyaye û di hemû demekê de piştgiriya xebat û hereketa siyasî ya Kurd li parçeyên din ên Kurdistanê kiriye. Siyaseta giştî ya Hizba Demokrat hevpêwendiya netewî digel hizb û aliyên din ên siyasî yên hemû  parçeyên Kurdistanê li ser bingeha serbixweyiya biryardan û destêwerdan nekirin di karûbarê siyayî yên yektir de bûye.

Civata xelkê Kurdistanê!

25ê Gelawêja îsal ji salvegera damezrandina hizbê di salên borî de taybettir e, ev jî vedigere li ser yekgirtina malbata mezin a Hizba Demokrat. Herdu aliyên demokrat di 30ê Gelawêja sala borî de, piştî 16 salan ji hev veqetan, bi girîngîdan bi tekezî, peyam û pêşniyarên berdewam ên xelkê Kurdistanê ku Hibza Demokrat emanet û dahata xebata xelkê Rojhilatê Kurdistanê ye û nabe êdî ji vê yekê zêdetir bi du parçeyî û jihev veqetîn bimînin, herwiha bi balkişandin li ser pêwîstiya yekxistina wizeya tekoşîna Hizba Demokrat ji bo veguhastina derfetên li pêşiyê û dabînkirina destkevtên zêdetir ji bo tevgera siyasî ya Kurd li Rojhilatê Kurdistanê, refên xwe yek xistin.

Her wek dihate çavnihêrkirin jî, yekgirtina Hizba Demokrat bû destpêka qonaxeke nû ya xebata vê hizbê li dijî Komara Îslamî ya Îranê û bû faktereke bihêz ji bo bandordarbûna tevgera neteweyî ya Kurd ne tenê her li Rojhilatê Kurdistanê, lê belê di asta Îranê de jî. Wek çawa me di şoreşa Jînayê de jî dît, ku civata xelkê Kurdistanê di çi astekê de baweriya xwe bi Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê nîşan dan û herwisa ew bandore bû sedema tolestandina Komara Îslamî ya Îranê.

Hêşta kêmtir ji mehekê ji yekgirtina Hizba Demokrat derbas nebibû, ku şoreşa Jînayê ji Kurdistanê ve hate destpêkirin û tev Îranê li xwe girt. Komara Îslamî ya Îranê ku ji aliyekê ve bi yekrêziya Hizba Demokrat tûre bibû û ronahiya navê hizb, piştevaniya xelkê ji hizbê û derketina dirûşmên wek “Qasmlo rêya te berdewam e” hindeyê din rûreş û hêrs kiribû; Herwiha dema ku şoreş û serhildana li Kurdistanê weke îlhama serhildana bajar û herêmên din ên welat didît, careke din jehra xwe rijande ser tevgera siyasî ya Kurd, Hizba Demokrat û xelkê Kurdistanê.

Rêjîmê li navxweya Kurdistanê bi afirandina tawan û karesatên mirovî û bi êrîşa dronî û mûşekbarana baregehên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê û hêzên siyasiyên din ên Kurdistanê yên dijberê rejîmê li kûrahiya axa Herêma Kurdistanê, nîşan da ku ji bo dijayetîkirin digel hereketa siyasî ya Kurd û tepeserkirina mafên rewa yên Kurdan ti sînor û astengiyek exlaqî û yasayî nas nake.

Niha jî, ger çi rêberên rejîmê li ser wê baweriyê ne ku bi tepeserkirina xwînrêjî û hovane ya şoreşa Jînayê, bi zalkirina keşa serkut û girtina bi dehan hezar ji xwenîşanderan û sepandina hukmên demdirêj û heta îdamê û bidarvekirina bilez a zêdetir ji 10 kesan ji wan û heta bidarvekirina jêzdetir ji 700 girtiyên din di sala borî de, hereketa nerazîbûnê ya xelkê sir kiriye, lê em hemû dizanin ku rewşa niha ya şoreşa gelên Îranê agirekî di bin axê de ye û aloziya aramiya berî bahoza niha, benda çexmaxekê ye.

Bûyerên sala derbasbûyî, hêzên siyasî yên Kurdistan û Îranî xistine ber ceribandineke hestiyar a dîrokî û çarenivîssaz. Peyama xelkê zelal e û di pratîkê de jî îspat kirine û amade ne her nirxek din ji bo bidin. Ew ji tevahiya rejîma Komara Îslamî ya Îranê ku ti rewatiyek li cem wan nemaye û bi çavkaniya hemû krîz û bêbextiyên xwe yên civakî dihesibînin, derbas bûne.

Ev yeka jî erk û berpirsiyariyê dixe ser milê hêzên siyasî yên dijberê rejîmê ku bi pêkanîna eniyeke seranserî ya xebatê û ragihandina alternatîva Komara Îslamî ber bi pêçîna yekcarî ya vê Komarê ve herin. Xelkê Kurdistan û Îranê ku di sed salên borî de du rejîmên siyasî yên navendgera, serkutkar, dîktatoriya paşayetî û olî dîtine, daxwaza sîstemeke siyasî ya komarî, demokratîk û sekolar dikin.

Eşkere ye ku xelkê Kurdistanê jî ku di sedeyeke borî de çend qat tama bêbeşî ji mafên medenî û siyasî, cudatîdanîn û perawzêxistinî dîtine, û her şêwe daxwaziyek rewa û berheq a wan bi agir û hesin û kuştar bersv hatiye dan, bi rohnî behsa çendî û çawahiya mafên xwe û cih û pêgeha civaka Kurdistanê di Îrana paşerojê de bikin.

Tevgera siyasî ya Kurd bi taybet Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê bi ezmûna nêzî 8 dehik xebat di pêxema demokrasî bo Îran û dabînbûna mafên netewayetî yên Kurd li Îranê, li ser wê bawerê ye li hewlên dariştin û avakirina Îrana paşerojê divê hem rastiyên civaka vî welatî bêne berçavgirtin û hem bi balkişandin li ser ezmûn û lêkevtên sedeyek nîzama siyasî ya dîktatorî li Îranê, divê rê neyê dan ku rejîmên serberedayî li vî welatî bêne serkar.

Îran welatek zêde netewe, zêde ol û pêkhatî ji cur bi curên din e ku pêwîst e di pêxema mana vê cugrafiyaya siyasî de mafê wek yek a tev pêkhateyên vî welatî bi fermî bê nasandin û bi dest ve bên. Li cem Hizba Demokrta a Kurdistanê wisa ye ku desthilatek di şêweya komara parlemanî li ser bingehên demokrasî, fedralîzm û sekolarîzm dikare bidestxistina mafê zêdeyiyên Îranê be û ji bo vê armancê jî hewce ye em hemû bi vêdebirina nakokî û pêdagirî li ser hevbeşiyan hewl ji bo pêkanîna eniyeke demokratiyek giştgîr di asta welat de bo derbasbûn ji Komara Îslamî ya Îranê û çêkirina Îraneke paşerojê bidin.

Xelkê mafxwaz ên Kurdistan!

Di heyama borî de mencek nû ji gefên êrîşên Komara Îslamî li zimanê karbidestên siyasî û fermandên leşkerî yên rejîm ve li dijî Hibza Demokrat dubare dibin. Herwisa rejîm di hewlê de ye ku dîplomasî û givaşên xwe bo ser hikûmeta navendî ya Îraqê û Herêma Kurdistanê, wisa nîşan bide ku hebûna Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê û aliyên din ên dijberî wê di axa herêmê de metirsî li ser rejîmê çê kirine. Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê di vê derfetê de cardin tekeziyê li ser siyasetên xwe yên dirust li pêxema xebat bo bidestveanîna mafên netewî yên gelê Kurd û hemû pêkhateyên netewî yên Îranê dike.

Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ku di heşt dehikên derbasbûyî de xebatek berdewam di hemû şêwazên xwe de bo dakokî û bidestxistina maf û azadiyên xelkê Kurdistanê kiriye û di van dehan salan de bi dehan rêber û bi hezaran pêşmergeyên vê di vê pêxemê de canê xwe gorî kirine, carek din jî tekeziyê li ser wê yekê dike ku pirsa Kurd li Îranê rêçareya leşkerî nîne. Pirsya Kurd li Îranê pirsya zêdetir ji deh milyon kes e ku mafên mirovî ên xwe nas dike û daxwaza wan dike û ji xebat bo bidestveanîna wan berdewam e; Herwisa ne serkut û kuştar û ne teror û mûşekbaran nekariye pê bide sekînandin û nikare jî rawestîne.

Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê tevî pîrozbahiya hatina 25ê Gelawêjê, salvegera avakirina Hizba Demokrat û 30ê Gelawêjê, yekgirtina refên xwe û bi tekezîkirin li ser yekgirtî û yekîtiya teşkîlatî ya hizbê, peymanê nû dike ku bi piştevaniya hemûalî ya xelkê Kurdistanê heta rizgarî û bidestveanîna mafên netewayetî yên gelê Kurd li Îranê dê li ser xebata xwe berdewam dibe

Silav li avakerên Komeleya Jêkaf û Hizba Demokrat!

Silav li evîndarên Hizba Demokrat

Silav li îradeya hevbeş a seranserî ji bo herifîna Komara Îslamî

Serkeve hereketa Kurd di pêxema rizgarî û dabînbûna mafên netewayetî de

 

Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê

Navenda Birêveberî

24ê Gelawêja 1402 a Rojî