Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Welatiyekî xelkê bajarê Bokanê 9 meh e ku ji aliyê rejîma Îranê ve hatiye bêserûşûnkirin

11:46 - 15 Tebax 2023

Piştî derbasbûna 270 roj ji revandina welatiyekî xelkê bajarê Bokanê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve, heta niha ti zaniyariyek li derheq rewş û qedera wî li berdest nîne.

Pêka rapora Rêkxirawa Mafê Mirovî ya “Hengaw”ê, “Osman Mame” yê temen 55 salî û xelkê bajarê Bokanê, ku kedkarekî xwedîkirina mirîşkan li bajarê Dukan ê ser bi Başûrê Kurdistanê bûye, heyamê 9 meh e ku ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatiye revandin û heta niha ti zaniyariyek li derheq rewş û qedera wî li berdest nîne.

“Osman Mame” li 27ê Xezelwera 1401 a Rojî, li dema zivirîn bo mala xwe ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hate revandin, navend û dezgehên rejîma Îranê revandina wî welatiyê Kurd red dikin û bi hêceta vê ku “ew dosyeyekî ewlehî ye” hinek car jî heta amade nînin hûrdekariyên dosya wî bidin nîşandan.

Navbirî heta niha ti pêwendiyeke telefonî jî digel malbata xwe nebûye û lipeykevtinên malbata wî li îdareya Emakin a rejîmê, Îtilaat, Îtilaata Spaha Pasdaran a terorîstî, Dezgeha Dad a rejîmê, girtîgeha rejîmê li Bokanê û hemû navendên dadwerî û hikûmetî yên rejîmê jî bê encam maye.

Hengawê daye zanîn, ku îdareya Agahî ya rejîmê bi malbata “Osman Mame” re gotine ku bi sedema vê ku dosya “Osman Mame” li jêr destê Îdareya Îtilaat û Îtilaata Spaha Pasdaran de ye, renge lipeykevtin dijwar be û renge encamên xirab jî hebin”.