Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ava 13 gundên parêzgeha Hemedanê jehrî bûye

11:42 - 2 Tebax 2023

Piştî derbasbûna çendîn rojan ji levitîna ava 13 gundên bajarê “Kebûderaheng” bi mikroban li parêzgeha Hemedanê, hêj xelkê wan gundan di vê rewşê de mane û ji ava tendirûst bêpar in.

Bi sedema xemsariya berpirsên rejîma Îranê li bajarê “Kebûderaheng”ê ser bi parêzgeha Hemedanê ava 13 gundên ser bi wî bajarî bi mikroban levitiye û nexweşiya “Teb Malt” li wan gundan û deverên din de belav bûye û pêka gotina cihgirê Fermandarê rejîmê li bajarê “Kebûderaheng”, li wî bajarî de devera “Gultepe” zêdetirîn rêjeya tûşbûn bi nexweşiya “Teb Malt” heye.

Wî berpirsê rejîmê tevî piştrastkirina levitîna ava 13 gundan bi mikroban, daye zanîn ku roj bi roj û bi lezgînî, amara tûşbûn bi nexweşiya “Teb Malt” li vê parêzgehê de zêde dibe.

Herwisa Zanîngeha Zanistên Pizîşkî ya parêzgeha Hemedanê belav kiriye ku deverên bakûrê vê parêzgehê zêdetirîn amara tûşbûn bi nexweşiya “Teba Malt” hene.

Pirsgirêka avê li vê parêzgehê de gelek dijwar e û heta ava vexwarinê jî bi tenê bo beşek ji gundan û bi tankêran tê veguhastin.

Pêka amarên rejîmê, Hezar û 860 kes li heftiya derbasbûyî de li parêzgeha Hemedanê de hatine tomarkirin û yek ji wan 3 parêzgehan e ku zêdetirîn amara tûşbûn bi nexweşiya “Teb Malt” hene.

Rejîma Îranê amara serast a kirîza bêaviyê û rêjeya tûşbûn bi nexweşiya “Teb Malt” li vê parêzgehê de perdepoş dike.