Ji aliyê Rêkxirawa “Navenda Zanistperwerî bo jiyanê” rêûresmek mezin bo desrxwanên derçûyî yên xula Havînê ya hînbûna rênivîsa Kurdî li gundê “Tepereş”a Miyanduawê bi rê ve çû.
Roja Yekşemî 22ê Gelawêja 1402 a Rojî, li gundê Tepereş yê ser bi bajarê Miyanduawê, bi sedema bi dawîhatina xula hînbûna jêrnivîsa Kurdî ku ji aliyê Rêkxirawa “Navenda Zanistperwerî bo Jiyan”ê ve hatibû rêkxistin, rêûresmek bi amadebûna dersxwan û malbatên wan û herwisa endam û birêveberên vê navendê bo dana bawernamaya taybet bi vê xulê bi dersxwanan re bi rê ve çû.
Di vê rêûresmê de çendîn gotar û helbest û pexşan li ser girîngiya zimanê daykê û bi taybet xwendin û nivîsîn bi vî zimanî ji aliyê çendîn kesayetiyên olî û ferhengî, dersxwan, endam û birêveberên “Navenda Zanistperwerî bo Jiyanê” ve hatine xwendin û piştre bawername bi dersxwanan re hatine pêşkeşkirin.