Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama birêz Mistefa Hicrî bi hilkefta 25ê Gelawêjê

17:51 - 15 Tebax 2023

Birêz Mistefa Hicrî, Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya PDKÎ bi hilkefta 78emîn salvegera damezrandina Hizba Demokrat a Kurdistanê peyamek belav kir.


Deqa peyamê wiha ye:
25ê Gelawêjê, roja avakirina Hizba Demokrat a Kurdistanê ye. Destpêkê ev roje li tev rivîng û evîndarên riya rizgarî û azadiya Kurdistanê pîroz be, li hemû wan şoreşvanên bi emeg pîroz be ku di refên xebata dehan sale ya vê Hizbê de canê xwe gorî kirine û nifş li pey nifş çepera xebata pêşmergane avedan kirine.
Ez bi vê boneyê bi pêwîst dibînim ku van xalan bi bîr bînim;
- Hizba Demokrat li ser bingeha xwedîderkevtin û bi encamgihandina pirsa netewî û doza nîştimanî hatiye avakirin, heta niha jî hilgirê heman nirxan e û di vê pêxemê de jî xebatê dike.
- Serhildana Hizba Demokrat encama geşekirina hizra netewî û xwasta civaka Kurdistanê bûye û herdem ji wê songehê ve xwe pênase kiriye. Bûye pîvana hemû siyasetên rastî û cihê civaka Kurdistanê. 
- Sedema sereke ya zîndîmana 25ê Gelawêjê wek remzek netewî di yad û bîra giştiya Kurdistaniyan de, tekeziya vê hizbê bûye li ser rêbaza netewî û hêla nîştimanî. Bi berxwedaniya dîrokî ya di vî warî de, têkoşîna xwe didomîne.
- 25ê Gelawêjê xala werçerxanê ye û nîştimanperwer biryarê didin ku refên xwe rêk bixin da ku bi yekgirtî, pirsa netewî bikin bi rêbazek hertimî. Niha jî ev rêbaze, take rêya serkevtin û bidestveanîna çarenivîsa nîştimana me ye.
- Avakirina Hizba Demokrat, çûn di nav qonaxa tevgerek serdemiyane de ji bo berxwedana nîştimanî li hember dagîrker bû. Ji îro ve jî Hizba Demokrat pal daye bi heman tevegerê ku mînaka berçav a vê tevgera “Jin Jiyan Azadî” ye û armanca vê serwerî, wekhevî, dadperweriya civakî, kiramet û rizgariya mirovan di bindestiyê de ye.
- 25ê Gelawêjê nûneratiya îradeya neteweyekê dike. Heman îrade ku xortên Kurdistanê li çiya û bajar wêne dike. Wêneyek ku pêşmerge amade nebû dev ji îradeya xwe berde û xebatkarên bajar jî rojane rijd û pêdagir in, û îradeya xwe nîşanî dagirkeran didin.
Di dawiyê de ez dixwazim bêjim ku 25ê Gelawêjê di dîroka tevgera netewî ya Kurdistanê de xaleke werçerxê ye. Werçerxanek ku arasteya birêxistinkirina civaka Kurdistanê ji bo bidestxistina mafê serweriyê guhert û di heman demê de Kurdistanîbûn kir bi nasnameyekî hertimî û gotareke neteweyî.

Mistefa Hicrî
Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya PDKÎ
24ê Gelawêja 1402 a Rojî