Yekîtiya Xwendekar, Ciwan û Jinên Demokrat, bi boneya 25ê Gelawêjê 78emîn salvegera avakirina PDKÎ peyamek hevpar belav kirin.
Di beşek ji vê peyamê de hetiye:
78 sal berî niha ku nîştiman di bêdengiyeke çavnehîrînekirî de bû û bi sedema rewşa siyasî ya deverê û cîhanê û piştî 16 sal şehîdkirina Simayîl Axayê Şikak, ti hereketek azadîxwazane li Kurdistanê bi şêweyekî eşkere xuya nebûn; Li bajarê Mihabadê li 25ê Gelawêja 1324an a Rojî de, Hizbekê hebûna xwe ragihand. Ev hizbe ku li ser bingeha teşkîlatî ya Komeleya Jêkafê avakrina xwe ragihandibû, bi şêwirmendiyeke aqilane ve navê “Hizba Demokrat a Kurdistanê” bo xwe hilbijard.
Eger Hizba Demokrat piştî 78 sal mandûnenasane li pêxema mafê rewa yên Kurd xebatê dike û di hemû qonaxên şoreşa Kurd li Kurdistanê û bi taybet li Rojhilatê Kurdistanê bi bê xaleke reş diçirîske, bo vê ye ku dizavire ku ev hizbe tenê armancek sereke li pêşiya wê ye û ev jî serwerî û bexteweriya Kurd û Kurdistanê ye.
Taybetmendiyek degmen a Hizba Demokrat ev e ku her kesek ku xwe li derdora çarçêve û armancên vê hizbê de dibîne, hizb bi dahata xwe dizane û Hizba Demokrat milkê taybet a kes û kesayetiyekî nîne milkê hemû nîştimanperwerekî ye û lewma Dr. Qasimlo digot, “nebêjin bijî Qasimlo, bêjin bijî Hizba Demokrat”.
Jin, ciwan û xwendekarên Rojhilatê Kurdistanê ku di şoreşa Jînayê de nîşan dan ku Rojhilat hîn jî li ser piyan û hişiyar e û bi helwestên xwe yên wêrek îspat kirin ku pîlanên dijmin ên ji bo jinavbirina hesta netewî pûç bûne û bi gotina “Qasimlo, Qasimlo rêya te berdewam e” îsbat kirin ku Qasimlo û hizba wî di dilê xelkê de zindî ne.