Endam û alîgirên Hizba Demokrat li devera Mirgewer a bajarê Urmiyê bi bilindkirina alaya Kurdistanê, logoya Hizba Demokrat û hilkirina agir, 78emîn salvegera avakirina Hizba Demokrat pîroz kirin.
Êvareya roja Sêşemî 24ê Gelawêjê, endam û alîgirên Hizba Demokrat li gundên Qayêr û Xuraspê û herwisa rêyên çûnûhatina xelkê deverê, bi bilindkirina alaya Kurdistanê û logoya Hizba Demokrat û herwisa hilgirîna agir li ser bilindahiya çiyayan, peyman digel rêbaza şehîdên Kurd û Kurdistanê nû kirin.
Çalakiya endam û alîgirên Hizba Demokrat li vê deverê bû cihê dilxweşî û dilgermiya xelkê deverê.
Endam û alîgirên têkoşer ên Hizba Demokrat li devera Mirgewer a bajarê Urmiyê, tevî rewşa awarte ya deverê, yada 25ê Gelawêjê bi bilind ragirtin û tevî pêdegirî li ser berdewamiya xebata rizgarîxwaziya gelê Kurd û şoreşa “Jîna”yê, amadebûna xwe bo cîbicîkirina her erkek Hizbî û niştimanî dane xuya.