Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê bi hilkefta 25ê Gelawêjê

11:21 - 16 Tebax 2023

Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê bi hilkefta 25ê Gelawêjê, 78emîn salvegera avakirina PDKÎê peyamek bo hizbê şand.
Deqa peyamê wiha ye:

Rêzdar, Heyeta Birêveberî a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Silaveke gerim
Em bi boneya yada 78 saleya damezrandina Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, bi navê Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê gerimtirîn pîrozbahiyê li we yê rêzdar û hemû pêşmerge û endamên we yên tekoşer dikin, Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê di nav tevgera rizgarîxweziya gelê me bi giştî, û li Rojhilatê Kurdistanê bi taybetî, pêgehek dîrokî û xwebatgêrane ya bilind heye , lewma em hêvîdar in ev yad hander be bo bihêzkirina Hizba Demokrat û pêşbirina xebatê li pêxema azadî û bidestanîna amancên mezin yên gelê Kurdistanê.
Yada 78 saleya damezrandina Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, di demekê de ye ku cîhan û dever di rewşek hestiyar de derbas dibe, gelê Kurd li hember ezmûneke nû ya tekoşîna azadîxiwazane de ye, ev qonax bi bê astengî nîne, em wek Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê tekezî li ser vê rastiyê dikin, ku Berpirsiyariya rûbirûbûna li hember çalincên vê qonaxê pêwîstî bi xurtkirina yekitî û yekrêziya me ya Kurdistaniyan heye
Her bi vê boneya dîrokî, em hêviya bihêzbûna pêwendiyên me yên dostane di navbera her du aliyan de dikin.

Mekteba siyasî
Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê
15ê Tebaxa 2023an.