Komek ji hizb û aliyên siyasî yên Kurdistanê, bi hilkefta salvegera damezrandina Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, peyamên pîrozbahiyê bo Hizba Demokrat şandin.
Di heyama rojên derbasbûyî, komek ji hizb û aliyên siyasî yên Kurdistanê, ji wan “Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê, Partiya Rencderên Kurdistanê û Partiya Serbestî ya Kurdistan” bi hilkefta 25ê Gelawêjê, 78emîn salvegera damezrandina Hizba Demokrat, rû li Hizba Demokrat peyama pîrozbahiyên xwe pêşkeş kirin û hêviya serkevtin û berdewamiya xebatê xwastin.
Ev Hizb û aliyên ku peyamên pîrozbahiyê pêşkeş bi Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê kirine, bi girîngiyek zêde ve behs ji dîroka tejî li şanaziya Hizba Demokrat kirine, herwiha pîrozbahiya yada damezrandina Hizba Demokrat li xelkê Rojhilatê Kurdistanê jî kirin û hêviya yeketî û yekrîziya nav mala Kurd jî xwastin.