Partiya Rencderanê Kurdistanê bi hilkefta 25ê Gelawêjê, li 78emîn salvegera avakirina Hizba Demokrat de tevî pîrozkirin û bilindragirtina yada avakirina Hizba Demokrat, peyameke pîrozbahiyê bo Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê şand.
Di beşeke vê peyamê de hatiye: “Bi hilkefta derbasbûna 78 sal ji xebat û tekoşîna xelkê têkoşer û nîştimanperwer ên Rojhilatê Kurdistanê û avakirina Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, em germtirîn pîrozbahiyên xwe bo we rêzdaran, rêberatî, kadr û pêşmergên qehreman ên we û xelkê û alîgirên we yên têkoşer dikin.
Li beşeke din a vê peyamê de hatiye: “Hizba Demokrat li demeke dîrokî û pir li şanaziyê hate meydanê ku bo vê serdemê hewcehiyeke dîrokî û pêngaveke mezin bo rêkxistina tex û qatên civaka Kurdistanê û komkirina wan li çarçêveya Hizbeke pêşkevtinxwaz de bû û em hivîdarin Hizba Demokrat wek hizbeke kevnar û pêşeng, di vê qonaxê de rola xwe ya dîrokî cî bi cî bike û li pêxema mafên rewa yên xelkê Kurdistanê û gihîştin bi armanc û daxwaziyên wê, erkê ser milê xwe bi cih bîne.