Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kanada; Birêveçûna wêbînareke taybet bi 25ê Gelawêjê bo Endamê Rêberiya Hizba Demokrat “Teymûr Mistefayî”

12:19 - 16 Tebax 2023

Roja Yekşemî 22ê Gelawêja 1402 a Rojî, komîteyên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li rojhilat û rojavayê Kanadayê, wêbînarek bo behskirin li derheq 25ê Gelawêjê, salvegera avakirina Hizba Demokrat, bo endamê Rêberiya Hizba Demokrat “Temûr Mistefayî”, li tora civakiya “Zoom”ê pêk anî.

Piştre “Teymûr Mistefayî” di destpêka axavtinên xwe de bal kêça ser wan bingehan ku Hizba Demokrat li ser hatiye avakirin û got: “Ev Hizbe ji destpêkê ve li ser bingeha 3 pirsên netewî, demokrasî û dadperweriya civakî hatiye avakirin û heta niha jî her ew 3 bingehînane bi neguher mane. Hizba Demokrat ji avakirinê ve heta niha, ji gelek qonaxên cur bi cur û evraz û nişîvan derbas bûye, û girîng ev e ku di asta herî bilind a serkevtin û destkevtên xwe de ti car ji xwe derneçûye, her wekî çawa li rojên tal de morela xwe ji dest nedaye û meydan çol nekiriye, Hizba Demokrat yekem ezmûna kurd e ku tevger û serhildana Kurdî ji haleta eşîretî ve ber bi xebateke nûjen û rêkxistinkirî ve biriye.

Piştre “Teymûr Mistefayî” îşareyeke kurt bi rola “Dr. Qasimlo” li ektîvkirina Hizba Demokrat û behs li ser derbaskirina qonaxên dijwar ên xebatê, daye zanîn: “Yekgirtina Hizba Demokrat bûyereke gelek girîng bû, ew yekbûne em çend qat bihêztir kirin.

Navbirî piştre behsek li ser şoreşa “Jîna”yê û bandora hizbên siyasî yên Kurd bi taybet Hizba Demokrat li ser vê şoreşê kir û piştre di beşa dawî ya axavtinên xwe de tevî rexnegirtin ji kêmasiyên sala derbasbûyî li şoreşa “Jin Jiyan Azadî” de, îşare bi vê yekê kir ku niha erkên girantir li ser milê me ne. Ew erk, me erkdar dikin ku xemsar nebin, rexne ji derbasbûya xwe bigrin û hertim di xizmeta gelê xwe de bin”.