Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hikûmeta Brîtanyayê komkujiya Êzidiyan bi fermî weke jenosayd nas kir û herwisa komkujiya hovane ya li ser Êzidiyan ji aliyê DAIŞ’ê ve şermezar kir

11:53 - 2 Tebax 2023

Roja Sêşemî 10ê Gelawêjê, hikûmeta Brîtanyayê hevdem ligel nêzîkbûna nehemîn salvegera komkujiya Êzîdiyan, daxuyaniyek belav kir û tê de bi fermî komkujiya Êzidiyan ji aliyê DAIŞê ve weke jenosayd nas kir.

Hikûmeta Brîtanya di daxuyaniyekê de ku li ser malpera fermî ya xwe belavkiriye, bi fermî qebûl kir ku di sala 2014an de DAIŞê jenosayd li dijî Êzidiyan pêk aniye.

Di sala 2016an de parlementerên Brîtanî dengê xwe dabûn bo naskirina Êzidiyan wek jenosayd, lê Wezareta Derve rênivênî da wezîran ku xwe ji biryarên bi vî rengî dûr bixin û got ku ew ne berpirsiyariyên hikûmetê ne.

Wezîrê Karê Derve yê Brîtanyayê bo Karûbarên Rojhilata Navîn Lord Ehmed got: "Berî 9 salan gelê Êzidî ji destê DAIŞ'ê gelek êş kişandin û bandorên wê îro jî têne hîskirin. Edalet û hesabpirsîn ji bo kesên ku jiyana wan hatiye wêrankirin girîng e."

Li gor amarên Ferhengnameya Rizgarkirina Revandinên Êzidî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, dema ku DAIŞê êrîşî Şengalê kir, zêdetirî 6 Hezar Êzîdî bi êxsîr hatin girtin û zêdetirî 2 Hezar kes jî winda ne û zêdetir ji 120 Hezar Êzidiyan j Îraq bi cih hêlane û bi dehan hezar ji van jî di kampan de mane û jiyana xwe derbas dikin.