Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama pîrozbahiya TDK-TEVGER û PAK bi hilkefta 25ê Gelawêjê

10:13 - 17 Tebax 2023

Tevgera Demokratîk a Kurdistanê (TDK-TEVGER) û Partiya Azadî ya Kurdistan-Bakur (PAK) bi hilkefta 25ê Gelawêjê, 78emîn salvegera avakirina Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê peyameke pîrozbahiyê bo Hizba Demokrat şand.

Deqa peyamê wiha ye:

Em 78emîn salvegera damezrandina PDK-Îranê pîroz dikin.

PDK-Îran di 16ê tebaxa 1945ê de li bajarê Mihabadê bi serokatîya Pêşewa Qazî Mihemed hate damezirandin.

PDK-Îran (Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê) îro 78emîn salvegera damezrandina xwe pîroz dike.

PDK-Îran a ku li ser xîmê Komeleya Jîyaneweya Kurd hate avakirin, piştî çend mehan Komara Kurdistanê li Mihabadê ava kir û rêveberîya wê kir.

PDK-Îran eve 78 sale hêzeke esasî ye ku têkoşîna miletê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê gihandîye roja îro.

PDK-Îran, Hizba Pêşewa Qazî Mihemed, hizba şehîdên nemir Dr.Qasimlo û Dr.Şerefkendî ye û eve 78 sal e bi hişmendî û sîyaseta xwe ya netewî, nîştimanî, welatperwerane, wek aktorekî esasî li Rojhilatê Kurdistanê, doza azadiya Kurdistanê dimeşîne, barekî bi rûmet hil digire.

 

PDK- Îran di têkoşîna azadiya Kurdistanê de bi hezaran şehîd û bedel daye. Lê ti carî alaya azadî û têkoşînê li erdê nexistiye.

Wê alaya rengîn a Komara Kurdistanê gava li Mihabadê li ba dida, weke bayê azadiyê bandora xwe li her sê perçeyên din ên Kurdistanê jî dikir.

Îro jî li her çar perçeyên Kurdistanê jî, bi wan hestên neteweyî, nîştimanî bi xebat û têkoşîna pêşmerge, têkoşer, xebatkar û kedkarên doza azadiya Kurdistanê, alaya Kurdistanê li ba dibe.

Me duh jî û îro jî têkoşîna xwîşk û birayên xwe yên Rojhilatê Kurdistanê her wek têkoşîna xwe dîtiye. Di vê têkoşîna pîroz de, em bi her awayî digel xuşk û birayên xwe yên Rojhilatê Kurdistanê ne û ti şika me jê tineye ku gelê me li hemû perçeyên Kurdistanê dê azadiya xwe bidest bixin.

Em di 78emîn salvegera damzrandina PDK-Îranê de rêberê gelê Kurdistanê Peşewa Qazî Mihemed, şehîdên nemir Dr Qasimlo û Dr Şerefkendî û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bibîr tînin.

Em bi bawerî û bi hestên xwe yên netewî, nîştimanî û birayane, ji Bakurê Kurdistanê 78emîn salvegera damzrandina PDK-Îranê pîroz dikin.

 

16ê Tebaxa 2023an

Tevgera Demokratîk a Kurdistanê (TDK-TEVGER)

Partîya Azadiya Kurdistan-Bakur (PAK)