Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Duh hemû endamên malbata şehîd Komar Deroftade hatine girtin

10:21 - 17 Tebax 2023

Duh roja Çarşemî 25ê Gelawêjê, roja jidayîkbûna Komar Derotade yê şehîdê şoreşa “Jin Jiyan Azadî” bû û hêzên rejîmê jî bi sedema pêşîgirtin ji birêveçûna rêûresma roja jidayîkbûna Komara, hemû endamê malbata wî şehîdê girtine û bêrêzî bi wan re jî kirine.
Pêka rapora Rêkxistina Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 25ê Gelawêjê, malbata şehîd Komar Deroftade ku ber bi gundê “Zêwike” ve diçûn û dixwastin li vî gundî rêûresma jidayîkbûna Komara bi rê ve bibin, rastî xala vekolîna hêzên rejîmê tên û li wir têne binçavkirin.
Hengaw dibêje, hêzên rejîmê li xala vekolînê ya destpêka bajarê Pîranşehrê, endamên malbata Komar Derotade neçar dikin ku kincên Kurdî ku lixwe kiribûn, derbînin û dest bi ser hemû kelûpelên vê malbatê de digirin.
Hêjayê gotinê ye ku hêzên rejîmê dayîk û bavê, xweşk û birayên Komar piştî çend demjimêr lêpêçînkirinê, azad dikin û ji bo mala wan li Pîranşehrê vediguhazînin, lê Hacer Berzincî, dayîka Komar bi sedema gefên hêzên rejîmê bi çekên saçmeyî, rastî têkçûna demar tê û piştî berdanê bo nexweşxaneyê tê veguhastin.
Roja Şemî 21ê Gelawêjê, Hesen Daroftade, bavê şehîd Komar, ji aliyê hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran ve hatibû gazîkirin û agehdar kiribûn ku bi ti awayekî nabe cejna jidayîkbûna kurê te bê lidarxistin. 
Komar Deroftade yê 16 salî û xelkê bajarê Pîranşehrê, şeva Yekşemî 8ê Xezelwera 1401 a Rojî, bi teqeya rasterast a hêzên serkutkar ên rejîmê di nav serhildana Jînayê de hate şehîdkirin.