Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amar; Binpêkariyên mafê mirovî li Rojhilatê Kurdistan û Îranê di heyama rojekê de

11:21 - 17 Tebax 2023

Li roja Çarşemî 25ê Gelawêja 1402 a Rojî, li Kurdistan û Îranê çendîn binpêkariyên mafê mirovî ji aliyê rejîma Komara Îslamî ya Îranê ve hatine kirin ku Ajansa Nûçegihaniya “Hengawê” ev yeka tomar kirine.

Duh roja Çarşemî 25ê Gelawêjê li bajarê Pîranşehr û Mihabadê, aliyê kêm 15 welatiyên Kurd ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine girtin.

Li bajarê Gîlanê 8 çalakvanên warê jinan ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine girtin.

Girtina 6 kes ji endamên malbata şehîd Komar Deroftade li bajarê Pîranşehrê û nehêştina birêveçûna rêûresma jidayîkbûna wî ji aliyê hêzên rejîmê ve.

Li bajarê Babolê du çalakvanên warê jinan ên Behayî hatine girtin.

Li girtîgehên rejîmê yên li bajarê Dêzfol û Xuremavayê du kes hatine îdamkirin.

Welatiyê xelkê bajarê Merîwanê yê bi navê Kebîr Mihemedî mehek e di girtîgeha rejîmê de ye û hê jî çarenivîsa wî nerohn e.

Sadiq Mehmûdnijad, yek ji serhildêrê şoreşa Jînayê ku li bajarê Pîranşehrê di nav serhildana par de çavê wî birîndar bibû, ji aliyê dadgeha rejîmê ve, sizayê 3 meh girtîgeh û lêdana 30 qamçiyan bi ser de hate sepandin.

Dîsan duh roja Çarşemî 25ê Gelawêjê, jinek li Pakdeşta Tehranê ji aliyê mêrê xwe ve hate kuştin.