Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navendên ewlehî û dîsîplîn ên zanêngehan li Îranê 2 hezar û 843 xwendekar banghêj kirine

11:23 - 17 Tebax 2023

Li devedevê salvegera şoreşa “Jîna”yê û destpêka demsala nû ya xwendinê, hezaran xwendekar li seranserê Îranê bo navendên ewlehî û dîsîplîn li zanîngehên Îranê hatine banghêjkirin.

Kanala nûçeyan a “Emîrkebîr” roja Çarşemî 25ê Gelawêjê, listeyek ji navê 2 hezar û 843 xwendekaran belav kiriye ku ew xwendekarane li seranserê Îranê bo komîteyên dîsîplîn ên zanîngehan hatine baghêjkirin.

Di nav vê lîsteya xwendekaran de navê xwendekaran hatine reşkirin lê navê bav, jimareya xwendekarî, ast û rişteya wan hatine tomarkirin.

Li gorî vê raporê, zêdetirîn xwendekarên hatinî gazîkirin ji Zanîngeha Zanist û Pîşesazî ya Îranê bi 324 xwendekaran bûye.

Herwisa Sendikaya Xwendekarî li Îranê bi tekezî gotiye: “Li devedevê salvegera “Jîna Emînî” û destpêkirina karê zanîngehan, hevdem banghêjkirin ji aliyê parastin û navendên ewlehî bo gefxwarin û wergirtina sozên neyasayî ji xwendekaran, destpê kiriye û herwisa komîteyên dîsîplînê jî xwendekar banghêj kirine û gef li wan xwarine”.

Herwisa vê sedndîkyê daye zanîn, ku ew banghêjkirin û gefxwarin li xwendekaran bi mebesta çêkirina dosyeyên nû bo xwendekaran û tirsandin wan têne kirin û herwisa beşek ji xwendekarên banghêjkirî jî gotine ku piştî gazêkirinê, çendîn demjimêran di bin lêpirsînê de bûne û gef li wan xwarine”.

Li gorî rapora rêkxistinên mafê mirovî li Îranê, di serhildana Jin, Jiyan Azadî ya sala borî de, li zêdetirî 140 zanîngehên mezin ên Îran û Kurdistanê, kombûnên nerizayetî û xwenîşandan hatine lidarxistin û zêdetirî 750 xwendekar bi sedema beşdarîkirin di nav serhildanê de hatine girtin û hinek ji wan rastî cezayên giran ên girtîgehê jî hatin.