Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka ji bo parastina ewlehiya geviya Hormozê hêzeke zêde vediguhazîne

10:27 - 17 Tebax 2023

Amerîka ji bo parastina ewlehiya geviya Hormoz û gemiyên bazirgan, hêzeke zêde ya deryayî ji bo navçeyê veguhastiye .

Berdevkê Navgana Pêncem a Hêza Deryayî ya Amerîkayê “Tîm Hawkînz”, di hevpeyvînekê de digel nûçegihaniya Feransê, tevî îşarekirin bi zêdebûna gefan bo destbiserdegirtina gemiyan li geviya Hormoz ji aliyê rejîma Îranê ve, tekezî li ser îradeya Amerîkayê bo zêdekirina hêzên Amerîkayê li geviya Hormoz kir.

Herwisa navbirî gotiye: “Deryavanên navçeyê rûbirûyê gef û metirsiya destbiserdegirtina gemiyan dibin”.

“Tim Hawkînz” herwisa gotiye: “Me bala xwe daye ser zêdekirin û amadebûna zêdetir a xwe li geviya Hormoz û derdora vê ku ji ewlehî û amariya vê geviya girîng alxahîn bin û hêzên û çekdarên me yên deryayî di navçeyê de perwedeya hewce dîtine û amadeyê birêvebirina her cure operasiyonekê ne”.

Herwisa wî berpirsê leşkerî yê Amerêkayê gotiye: “Amerîka li ser vê bawerê ye ku zêdekirina hêz û cebilxaneya Amerîka li geviya Hormozê, dibe sedema bihêztirbûna hêzên amade li deverê”.

Heta niha Amerîkayê 3 hezar ji hêzên xwe digel gemiyên şerker bo kendav û geviya Hormnozê şandiye û daye zanîn ku balafirên şerker ên cura Wartag A-10 û F16 li deverê cihgîr kirine.