Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

nediyarbûna çarenivîsa welatiyekê Seqizê

12:04 - 2 Tebax 2023

Welatiyekê bajarê Seqizê Ji aliyê hêzên rejîmê ve hatiye binçavkirin û heya niha çarenivîsa wî ne diyar e.

"Aram Rohî" yê xelkê bajarê Seqizê piştî derbasbûna 10 rojan li girtina vî ji aliyê hêzên rejîmê ve çarenivîsa wî hêj ne diyar e.

Roja Sêşemî 10ê Gelawêja 1402 a Rojî, Encûmena girtiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê" xweragirî" ragehand, 10 roj berî niha "Aram Rohî", xelkê gundê "Turcan" yê ser bi bajarê Seqizê, ji aliyê hêzên rejîmê ve hatiiye girtin û heya niha çarenivîsa vî ne rohne, herwisa hewil û lipeyketina malbata vî ti encamek nebûye û ji aliyê navendên serkutker ên rejîmê ve ti bersivek bi wan re nehatiye dan.

"Aram Rohî" di nav zeviya xwe de mijûlî karê werzêrî bûye, li rêkevta 1ê Gelawêjê, herjmarek ji hêzên serkutker ên rejîmê bi du maşînan avêtine ser navbirî û bi awayeke hov ev destbiser kirin û piştre bo cihekî nexuya veguhastine.

Hêjayê gotinê ye ku heya niha ti zaniyariyek li derheq çarenivîs, û cihê mana navbirî, sedema binçavkirin û tohmetên bi ser de hatî sepandin ti zaniyariyek berdest nîne.