Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birîndarbûna kolberekî Kurd li Banê ji aliyê hêzên çekdar ên rejîmê ve

10:17 - 19 Tebax 2023

Kolberekî Kurd yê bi navê “Celal Sohrabî” yê xelkê bajarê Banê, bi gulleyên hêzên çekdar ên rejîmê li ser sînorê vî bajarî birîndar bû.

Li gorî nûçeya ku ji bo Navenda Ragihandina Hizba Demokrat hatiye şandin, kolberekî Kurd yê bi navê “Celal Sohrabî” yê kurê Kerîm û xelkê gundê “Tajeban” ê ser bi bajarê Banê bi gulleyên hêzên çekdar ên rejîmê hate birîndarkirin.

Hêzên rejîmê wek hertimî bi bê huşdariya berê, ew kolberê Kurd li ser sînorê “Sorkêw” ê girîdayî bajarê Banê dane ber gulleyan.

Ew kolberê Kurd ji bo tedawiya pizîşkî ji bo navendên tendirustiyê hatiye veguhastin.