Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di heyama sê rojan de 15 kes li Rojhilatê Kurdistanê hatine girtin

10:24 - 19 Tebax 2023

Bi nêzîkbûna salvegera serhildana Jin Jiyan Azadî li Rojhilatê Kurdistanê, di heyama rojên 24, 25 û 26ê Gelawêja 1402an de, li bajarê Şino, Mihabad, Pîranşehr û Pawê bi giştî 15 welatiyên Kurd ji aliyê dezgehên ewlehî yên rejîma Îslamî ya Îranê ve hatine girtin ku 7 kes ji van girtiyan yên xelkê Mihabadê, 4 kes xelkê Şino, 3 kes xelkê Pîranşehrê û kesek jî xelkê Paweyê ye.

Li gorî nûçeya ku Ajansa Nûçegihaniya Kurdpayê belav kiriye, roja Sêşemî 24ê Gelawêjê, du ciwanên Kurd yên bi navên “Şîrvan Xizrî û Eyûb Mîrzayî” yên xelkê gundê “Bîmzirtê” yê ser bi Şinoyê ku ji girtiyên serhildana Jînayê li vî bajarî bûn, careke din ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve hatine girtin û piştî wergirtina soznameya bizorê hatine berdan.

Herwiha di heman rojê de, Hîwa Şebaheng yê xelkê Mihabadê, Mamel Şerîfî yê kurê Mutelib û Erslan Xeyrî yê kurê Îsmaîl û xelkê gundê “Befrevan” ê ser bi bajarê Mihabadê ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve hatin girtin. Herwisa Husên Mihemedpûr yê 46 salî û xelkê gundê “Gergol”ê jî di nav girtiyên din ên vê rojê de bû. Navbirî berê jî çendîn caran ji bo îdareya Îtilaata rejîmê li Pîranşehrê hatibû gazîkirin, lê wî çûn bo îdareya Îtilaatê xwe parastibû.

Kurdpayê di berdewamiyê de daye zanîn, roja Çarşemî 25ê Gelawêja 1402an, Şêrko Nesîrî, Eşkan Resûlî û Hidayet Xestê, welatiyên “Gugtepe”ya Mihabadê û Hîwa Rahnişîn yê kurê Xizr û xelkê gundê Befrevan ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin. Herwisa di heman rojê de “Hemze Qani`î û Umer Husênzade” yên xelkê gundê “Hacî Xelde” yê ser bi Pîranşehrê, ji aliyê hêzên rejîma serkutkar ve hatine girtin.

 

Ji aliyeke dinê ve roja Pêncşemî 26ê Gelawêja 1402an, du ciwanên din ên xelkê bajarê Şinoyê yên bi navên “Hêdî Ebdulbext” yê xelkê gundê “Bîmzirte” ê ser bi Şinoyê û “Necmedîn Îsade” ji gundê “Şêx Osman” ê ser bi vî bajarî, ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve hatine girtin.

Her di heman rojê de welatiyeka nerazî ya xelka bajarê Pawê ya bi navê “Fêrmisk Babayî”, bi sedema dana dirûşmên tund li dijî rejîmê li ser şeqama nêzîkî Fermandariya rejîmê li bajarê Pawê, bi awayekî tundûtîjî ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve hate girtin.