Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevdîtina beşa Ragihandina Komîteya Hizba Demokrat digel endamekî rêberiya Partiya Konsêrvatîva Kanadayê

10:50 - 19 Tebax 2023

Beşa Ragihandina Komîteya Hizba Demokrat li rojavayê Kanadayê, digel “Tam Kimêk”, Endamê Rêberiya Partiya Konsêrvatîv û Endamê Parlemana Kanadayê, hevdîtinek pêk anî.

Roja Pêncşemî rêkkevta 26ê Gelawêja 1402an, beşa Ragihandina Komîteya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li Kanadayê, bi hilkefta 25ê Gelawêjê, 78emîn salvegera avakirina Hizba Demokrat, digel “Tam Kimêk”, Endamê Rêberiya Partiya Konsêrvatîv û Endamê Parlemana Kanadayê, gotûbêjek taybetî bi zimanê Îngilîsî kir.

Di vê hevdîtinê de, “Tam Kimêk” bersiva pirsiyarên “Faîze Newzad”ê da ku pêk hatibûn ji, “bandora Hizba Demokrat li ser şoreşa Jînayê û herwisa berdewamiya vê xebatê li Kurdistan û Îranê û çendîn mijarên din”.

Herwisa “Tam Kimêk” bi zimanê Kurdî pîrozbahiya 25ê Gelawêjê li Hizba Demokrat û gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê kir û hêvî xwast ku gelê Kurd bigihe bi armanc û hêviyên xwe.