Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bajarê Îsfehanê 2 hêzên Întizamî hatine kuştin

09:44 - 19 Tebax 2023

Li bajarê Îsfehanê 2 kes ji hêzên serkutker ên Întizamî ji aliyê kesek çekdar ve hatine kuştine û ragihandinên ser bi rejîmê jî îdia kirine ku ew çekdare jî hatiye kuştin.
Pêka ragihandinên ser bi rejîma Îranê, du piledarên hêza Întizamê yên bi navê “Emîr Husênzade Ehmedî” û “Mihemedîhsan Şefî`î”, ên ser bi kelanteria 16 a hêza serkutkera rejîmê li bajarê Îsfehanê di şer û pevçûnekê de li bajarê Îsfehanê hatine kuştin.
Cihgirê Fermandê Întizamî yê parêzgeha Îsfehanê îdia kiriye, ku li şer û pevçûnekê di navbera 2 kesan de, kesek hatiye kuştin û bikuj revîye û hêzên Întizamî jî li pey wî kevtine ku di encamê de 2 piledarên hêzên Întizamî hatine kuştin û ew kese bi xwe jî hatiye kuştin.
Hêjayê gotinê ye ku Kelanteriya 16 a hêza serkutker a Întizamî li bajarê îsfehanê li serkutkirina hovaneya xelkê, kuştin û birîndarkirin û binçavkirina xwenîşanderan li şoreşa “Jîna”yê de rol hebûye û karbidestên vê kelanteriyê digel xelkê bi awayekî hovane reftarê dikin û xuya nîne ku bi çi sedemekê ew piledarên hêza Întizamî hatine kuştin û rejîma Îranê hertim rastiyan vedişêre û berevajî radigehîne.