Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Saman Paşayî 52 roj e di odeya takekesî ya girtîgeha rejîmê di bin îtirafa bizorê de ye

11:14 - 19 Tebax 2023

Saman Paşayî, werzişvanê Kurd yê xelkê bajarê Seqizê û xwediyê medala cîhanî li werzişa guleştê, 52 roj e li odeya takekesî ya girtîgeha Îtilaata rejîmê li bajarê Sinê, ji bo wergirtina îtirafên bi zorê, di bin givaşên tund ên hêzên ewlehî de ye û rewşa tendirustiya wî qenc nîne.

Pêka rapora Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, malbata vî girtiyê siyasî roja Yekşemiya borî, bi amadebûna du hêzên ewlehî yên rejîmê şiya hevdîtinekê digel kurdê xwe pêk bîne û Saman Paşayî bi malbata xwe re dabû zanîn, “gef li wî hatiye xwarin ku eger ji bo îtirafkirinê hevkariyê neke, dê ji karê xwe were dûrxistin û bi wî re îzn nayê dan ku her karî bike heta boyaxkirinê jî”.

Berî vê hevdîtinê, Saman Paşayî tenê karûbû di 30 çirkeyan de digel malbata xwe bi telefonê biaxive. Navbirî heta niha jî, ji hebûna parêzer hatiye bêparkirin.

Roja Yekşemî 11ê Pûşperê, Saman Paşayî bi bê hebûna belgên yasayî ji alyê hêzên rejîmê ve hatibû girtin.

Saman Paşayî duktoraya di warê fîzyolojî û xwarina werzişî heye û endamê Akademiya Netewî ya Pizîşkiya Werzişiya Amerîkayê ye ku li zanîngehên Kurdistanê mamostayetî dikir.