Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Senatorên Amerîkayê li derheq azadkirina pereyê blokekirî yê Îranê huşdarî dan

09:50 - 19 Tebax 2023

Dehan senatorên Amerîkayê li derheq azadkirina pereyê bilokekirî yê Îranê, ragihandine ku ew yeka dê bibe sedema zêdebûna kiryarên kawilker ên rejîma Îranê li deverê.

26 senatorên Amerîkayê bi şandina nameyeke hevpar bo Wezîrên Derve û Xezînedariya Amerîkayê, biryara dewleta “Co Baydên” bo azadkirina 6 milyard Dolar ji darayiya rejîma Îranê, bi karek “gelek metirsîdar” binav kirine û huşdarî dane ku ew yeka dê bibe sedema zêdebûna kiryarên kawilker ên rejîmê li deverê.

Herwisa wan senatoran tevî ku daxwaz kirine ji aliyê berpirsên kabîneya “Co Baydên” ve civînek bo rohnkirinan bi rê ve here, bi şandina çend pirsiyaran bo Wezîrên Derve û Xezînedariya Amerîkayê, bi wan re 30 roj derfet dane ku bi awayê nivîskî bersiva pirsiyaran bidin.

Di beşeke vê nameyê de tevî nîşandana nigeraniya kûr ji biryara dewleta “Co Baydên” bo şandina pere bo rejîma Îranê bi mebesta veguhastina girtiyan, nivîsandine ku ew biryare, dê metirsiyeke gelek mezîn çê bike û şiyana rejîma Îranê bo berfirehtirkirina kiryarên alozker li seranserê Rojhilata Navîn zêdetir bike.

Di vê nameyê de hatiye, ku Amerîka dixwaze bi mezintirîn piştevanê terorîzma dewletî li cîhanê bacê dide, û ew yeka rejîma Îranê bi tenê rijd dike ku bo bidestveanîna berjewendiyên malî û siyasî, barimtegirtinê zêdetir bike.