Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birêveçûna rêûresma 25ê Gelawêjê li Birîtaniyayê

11:46 - 19 Tebax 2023

Komîteya Hizba Demokrat li welatê Birîtaniyayê, bi hilkefta 25ê Gelawêjê, salvegera avakirina Hizba Demokrat, rêûresmek mezin li bajarê Lendenê bi rê ve çû.

Roja Înê 27ê Gelawêja 1402an, li bajarê Lendena paytexta Birîtaniyayê, Komîteya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, bi hilkefta 78emîn salvegera avakirina Hizba Demokrat, rêûresmek bo endamên Hizbê lidar xist.

Di vê rêûresmê de Şerîf Felah, Nivîser û Helbestvan, helbestek di bin navê “Gelawêj”ê de pêşkêşê amadebûyan kir.

Di beşa din a rêûresmê de, hunermend Berhem Şemamî, Karo Xalidî û Gelawêj Ebûbekirî, bi gotina sitranan rêûresm xemilandin û ev rêûresme bi govend û dîlankirinê dawî pê hat.