Endam û alîgirên Hizba Demokrat li bajarên Urmiye û Selmasê, yada 25ê Gelawêjê û 78emîn salvegera avakirina Hizba Demokrat bi bilindî ragirtin û li çendîn deverên wan bajaran çalakiyên berfireh ên banghêjiyê lidar xisrtin.
Endamê û alîgirên Hizba Demokrat li Îslamabada bajarê Selmasê, gundê Melhem û li nav bajarê Selmasê bi kişandina alaya Kurdistanê li ser dîwaran, belavkirina trakt û wêneyên taybet bi 78emîn salvegera avakirina Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, nivîsandina dirûşman li ser dîwaran û hilkirina agir, 25ê gelawêjê pîroz kirin.
Herwisa endamên Hizbê li gundên Naznaz û Dizeya Dolê yên ser bi bajarê Urmiyê, wek her salê agirê 25ê Gelawêjê li ser bilindahiyan hil kirin.
Endam û alîgirên Hizba Demokrat li bajarê Selmas û deverên derdora vê û li bajarê Urmiyê, tevî dubarekirina soza xwe digel rêbaza şehîdan, soz û emegnasiya xwe dane xuya û ragihandin ku bo encamdana her erkek hizbî û nîştimanî amade ne.