Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevjîna şehîdekî rêya rizgariya Kurdistanê li bajarê Urmiyê koça dawiyê kir

12:43 - 19 Tebax 2023

“Sadiye Husên Kerîm” a hevjîna fermandeyê şehîdê Kurdistanê “Bêcan Elîzade”, di temenê 77 saliyê de bi sedema sekinîna dil li bajarê Urmiyê, koça dawiyê kir.
Di wan çend rojên derbasbûyî de, xwedêjêrazî “Sadiye Husên Kerîm” naskirî bi “Kazîme”, hevjîna şehîdê fermande “Bêcan Elîzade”, naskirî bi “Bêcan Cundî”, ku welatiya Turkeman a rûniştiya bajarê Hewlêrê bû û bi mebesta serdana tirba şehîd “Bêcan” çûbû bajarê Selmasê, bi sedema sekinîna dil li yek ji nexweşxaneyên bajarê Urmiyê koça dawiyê kir. 
Şehîd “Bêcan Cundî” xelkê gundê “Hoder” ê ser bi bajarê Selmasê û pêşmergê Komara Kurdistanê bû ku piştî têkçûna Komara Kurdistanê û dema ku “Mela Mistefa Barzanî” û hevrêyên wî ber bi Soviyeta berê ve diçûn, ew jî yek ji wan pêşmergan bû ku digel Mela Mistefa çûbû Soviyetê û heyamê 13 salan li wir mabû û her li wir li xwendingeha efserî ders xwendibû û piştî zivirîn bo Îraqê li sala 1959 a Zayînî, wek efserê mamoste li xwendingeha Efserî ya Bexdayê de mijûlê kar bibû.
Hêjayê gotinê ye ku şehîd “Bêcan” di pîlaneke terorîstî de li 14ê Xezelwera 1358 a Rojî, li gundê “Hoder” ê ser bi bajarê Selmasê ku cihê jidayîkbûna wî bû, hate terorkirin û li wir bi axa pîroz a Kurdistanê hate spartin.
Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê dibêje malbata xwedêjêrazî “Sadiye” û xizm û kesûkarên wê û xwe bi hevparê xema wan dizane.