Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kamêran; Binçavkirina du birayan ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve

10:10 - 20 Tebax 2023

Du bira yên bi navên “Hisam û Sîrwan Keremî”, kurên Îbrahîm û xelkê bajarê Kamêranê, ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve hatine girtin.
Pêka rapora “Kurdpa”yê, di heyama rojên borî de, du welatiyên Kurd yên bi navê “Hisam û Sîrwan Keremî”, kurên Îbrahîm û xelkê gundê “Çirosane” yê ser bi bajarê Kamêranê, ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îranê ve hatine girtin ku Sîrwan Keremî piştî çar rojan lêpêçînkirinê, hate azadkirin.
Hêzên ewlehî yên rejîmê çar roj berî niha, bi bê hebûna belegeyên yasayî, Sîrwan Keremî binçav kiribûn û roja Şemî 28ê Gelawêjê, piştî lêpêçînê hate azadkirin. Hatiye zanîn ku navbirî di girtîgehê de bi tundî ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibû îşkencekirin.
Piştî berdana Sîrwan Keremî, birayê wî yê bi navê Hisam Keremî, ji aliyê hêzên ewlehî ve tê girtin û li derheq rewşa navbirî ti zaniyariyek ber dest nîne.
Sîrwan û Hisam Keremî, pizmamê Burhan Keremî ji şehîdê şoreşa Jînayê ne, ku navbirî roja 25ê Xezelwera 1401an, bi teqeya hêzên serkutkar ên rejîmê li Kamêranê hate şehîdkirin.
Heta belavbûna vê nûçeyê, ji sedema girtin û tohmetên li dijî van du birayane hatinî sepandin, ti zaniyariyek ber dest nîne.