Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di Buhara îsal de 786 kes bi bikaranîna madên hişber canê xwe ji dest dane

09:14 - 20 Tebax 2023

Di heyama sê mehên destpêka îsal de li Îranê hezar û 430 kes ji ber bikaranîna madeyên hişber canê xwe ji dest dane û ji wan kesan 786 kes bi sedema dermanê madeyên hişber mirine.

Hin medyayên ser bi rejîma Îranê amarek fermî ya rejîmê belav kirine, ku pêka wê amarê, di sê mehên destpêka îsal de aliyê kêm 1,430 kes li Îranê bi sedema bikaranîna madên hişber canê xwe ji dest dane.

Pêka wê amara rejîmê, hejmara canjidestdan bi sedema bikaranîna dermanê madeyên hişber di vê Buharê de pêka Buhara par %27 zêde kiriye.

Li gorî vê amarê, li Buhara îsal li Îranê bi giştî hezar û 430 kes ji ber bikaranîna madeyên hişber mirine ku 1,218 kes ji wan mêr û 212 kes jî jin bûne. hejmara mirina bi madeyên hişber li Îranê di halekê de ye ku ev amare li gorî amara sala borî %14 zêde kiriye.

Rejîma Îranê bi qestî pêşiya belavbûna madên hişber li navxweyê welat nagire, da ku xelk mijûlê madên hişber bin û agehdarê guherinkariyên di nava welat de nebin.