Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama pîrozbahiya rêzdar Mistefa Hicrî bi hilkefta 30ê Gelawêjê

16:48 - 20 Tebax 2023

Birêz “Mistefa Hicrî”, Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya PDKÎ, bi hilkefta 30ê Gelawêjê, salvegera yekgirtina her du aliyên demokrat, peyama pîrozbahiyê belav kir.

Deqa peyamê wiha ye:

Roja 30ê Gelawêjê, di dîroka xebata dehan sale ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê de, rojeke dîrokî tê hesibandin. Li sala 1401an û di rojeke wiha de, rêberayetiya her du aliyên Hizba Demokrat, piştî 16 salan ji hev veqetîn, bi hesta berpirsyarî û têgihîştina pêwîstiya siyasî û teşkîlatî, biryara yekgirtina refên Hizba Demokratê gihandine encamek dilxweş.

Ev yekgirtine di destpêka qonaxa tevgera Jînayê de, bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî”, girîngiyeke teşkîlatî û giraniyeke siyasiya wisa hebû ku piştre li ser şeqamên Kurdistan û deverên din ên Îranê xuya bû û li ser hêz û hevkêşeyên siyasî li asta Kurdistan, Îran û raya giştî ya cîhana derve bandordar bû û herwisa banga yekîtî û yekrêziyê gihandine guhê azadîxwazên Îranê.

Aliyên rêxistinî û siyasî yên vê yekgirtinê û aliyên wê yên gotarî û meydanî, niha jî dewlemendiyeke mezin a tevgera neteweyî ya Rojhilatê Kurdistanê ye. Tevlihevkirina nirx û destkevtên vê yekgirtinê ji sermaye û hêza nayê înkarkirin a Rojhilatê Kurdistanê weke kûrahiya stratejîka xebat û têkoşîn, berdewamî û serkevtina tevgerê misoger dike. Nîşana sereke di vê navberê de, ev rastiye ye ku hêz di yekîtiyê de ye.

Di vê rojê de, me silav û rêz ji bo ked û emegnasiya kadr, pêşmerge û endamên Hizba Demkrat heye ku di heyama sala borî de mezinatiya hizbê û pêşmerge wekî xwe li ser pê ragirtine.

Salvegera yekgirtina refên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li tev civata xelkê Kurdistanê, malbatên şehîdan, girtiyên siyasî, endam, alîgir, kadr û pêşmergên vê hizbê pîroz be.

Mistefa Hicrî

Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya PDKÎ

30ê Gelawêja 1402 a Rojî