Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

15% ji zarokên Îranê “Zarokên kar” in

10:49 - 2 Tebax 2023

Li Îranê bi sedema hejariyê zarok jî neçar in ku kar bikin û pêka amarekê li Îranê, %15 ji zarokan “Zarokên Kar” in.

Pêka rapora Navenda Lêkolînên Mecilsa Rejîmê, li Îranê % 15 zarok neçarin ku kar bikin û bûne “Zarokên Kar” û ji dewrana zaroktiya xwe û şiyan û behreyên xwe bi sedema rewşa nebaş a jiyanê dûr ketine û eva bûye gefek bo ser ceste û hundirê wan zarokan û %10 ji wan zarokan heta nikarin biçin dibistanan û xwandina xwe berdewam bikin.

Di beşek a vê lêkolînê de hatiye ku beşek ji wan zarokan tevlî karên neyasayî bûne û ji wan weke alavekê bo karên  veguhastina madeyên hişber di nava bajaran de û  heta bo destdirêjiyên regezî mifahê ji wan  werdigirtin û herwisa beşek din neçarin karên dijwar û giran weke kolberî û kar kirin li kargehan de encam bidin.