Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berdewamiya girtina welatiyan li Kurdistanê\ Sê kes li bajarên Kurdistanê hatine binçav kirin

10:09 - 21 Tebax 2023

Di heyama çend rojên borî de sê welatiyên Kurd yên bi navên “Zana Perwane, Mu`în Feqîhî û Amanc Xeste” yên xelkê bajarên Merîwan, Ciwanro û Mihabadê ji aliyê hêzên serkutkar ên rejîmê ve hatine girtin.

Pêka rapora “Hengaw”ê, roja Şemî 28ê Gelawêjê, welatiyê Kurd yê xelkê bajarê Merîwanê yê bi navê “Zana Perwane”, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatiye girtin.

Ji aliyek dinê ve, roja Înê 27ê Gelawêjê, welatiyek Kurd yê xelkê bajarê Ciwanro yê bi navê “Mu`în Feqîhî” yê 25 salî, ji aliyê hêzên rejîmê ve hatiye binçavkirin. Hatiye zanîn ku hêzên rejîmê bi bê hebûna belgeyên yasayî êrîşê ser mala navbirî kirine û bi awayekî tunûtîjî binçav kirine.

Herwisa sibêdeha roja Çarşemî 25ê Gelawêjê, “Amanc Xesete”, xelkê bajarê Guwêktepe û rûniştiyê bajarê Mihabadê ji aliyê hejmarek ji hêzên rejîmê ve di mala xwe de hatiye girtin.

Ev her sê welatiyên Kurd bi bê hebûna belgeyên yasayî ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine girtin û heta niha ji sedama girtin û tohmetên li dijî wan hatinî sepandin, ti zaniyariyek ber dest nîne.