Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birêveçûna cejna 25ê Gelawêjê li welatê Danmarkê

10:18 - 21 Tebax 2023

Roja Şemî 28ê Gelawêjê, Komîteya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li herêmên “Nord Yûlend û Mît Yûlend” ên Danmarkê, bi boneya 78emîn salvegera damezrandina Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, bi beşdariya beşek ji endam, alîgirên hizbê, nûnerê beşek ji hêz û aliyên Kurdistanî û Kurdên rûniştiyên van herêman, rêûresmek mezin li bajarê “Alborg”ê bi rê ve bir.
Di destpêka rêûresmê de “Rojîn Mehmûdî” bi xêrhatina mêvanan kir û piştre bi xwendina sirûda netewî ya “Ey Reqîb” ji aliyê Yekîtiya Ciwanan ve û çend xulek bêdengî ji bo rêzgirtin ji canê paqij ê şehîdên Kurd û Kurdistanê destpê kir.
Piştre peyama Komîteya Hizba Demokrat li welatê Danmarkê ji aliyê Îsa Mehmûdî, Berpirsê Komîteya Herêma Bakurê “Nord Yûlend”ê ve hate pêşkêşkirin.
Di beşeke peyama komîteyê de îşareyek bi dîroka pir ji şanazî û hevraz û nişîv a 78 sal xebata bêwestan a Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, cih û pêgeha hizbê li hemû qonaxên temenê tejî ji serwerî û herwisa rola sereke ya hizbê di şoreşa Jînayê de, hate kirin.
Paşê sirûda 25ê Gelawêjê ji aliyê hunermendan “Şêrko Merîwanî, Komar Welîzade û Dilêr Penawendî” ve hate pêşkêşkirin.
Di beşeke din a rêûresmê de peyamên pîrozbahiya hêz û aliyên Kurdan bi hilkefta 25ê Gelawêjê hatine xwendin.