Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Lêborîna Navnetewî: Divê Tehran dawî li azar û îşkenceyên malbata şehîdên Jînayê bîne

11:00 - 21 Tebax 2023

Rêxistina Lêborîna Navnetewî di daxuyaniyekê de tevî nîşandan nigeraniya xwe derheq azardana malbata şehîdên Jînayê, ragihandiye ku divê Komara Îslamî dawî bi îşkencekirina malbata şehîdên şoreşa Jînayê bîne.
Roja Yekşemî 29ê Gelawêja 1402an, Rêkxirawa Lêborîna Navnetewî, daxuyaniyek derheq azar û îşkencedana malbata şehîdên şoreşa Jin, Jiyan, Azadî belav kir û ragihand: Divê givaşên zêde bixine ser Komara Îslamî da ku nekare malbatên şehîdan û girtiyên xwenîşandanên seranserî yên gelên Îranê li dijî rejîmê îşkence û azar bide.
Rêkxirawa Lêborîna Navnetewî di berdewamiya daxuyaniya xwe de gotiye: “Em daxwazê ji civaka cîhanî dikin ku li ser azar û îşkencedana malbata şehîdên şoreşa Jînayê, Komara Îslamî ya Îranê neçar bikin ku bersivê bide, ji ber ku eva ku hêzên serkutkar ên Komara Îslamî li hember xwenîşanderên nerazî li hemû bajarên Îranê kir, kiryarek bi tevahî neyasayî bû, lewma givaşan bixine ser da ku dawî bi tunûtîjiyan bîne.