Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kombûnên nerizayetiya hejmarek tex û qatên civakê li çendîn bajarên Kurdistan û Îranê

11:03 - 21 Tebax 2023

Malnişînkiriyan û kesên kêmendam li çendîn bajarên Kurdistan û Îranê, zêdetir ji 8 kombûnên nerizayetî lidar xistin û daxwaza mafên xwe yên rewa û cîbicîkirina daxwaziyên xwe kirine.
Roja Yekşemî 29ê Gelawêja 1402 a Rojî, hejmarek ji malnişînkiriyên “Saziya Dabînkirina Civakî” li hember avahiya vê saziya rejîmê li bajarên “Kirmaşan, Şûş, Şûşter û Ehwaz”ê kombûnên nerizayetî lidar xistin û li derheq xirabiya rewşa jiyan û guhnedana berpirsan û cîbicînebûna daxwaziyên xwe, nerizayetiya xwe nîşan dan.
Herwisa hejmarek ji malnişînkiriyên Şîrketa Pola ya Îsfehanê li hember avahiya “Sindoqa Malnişîniya Pola” a vî bajarî kom bûn û nerazîbûna xwe li hember cîbicînekirina daxwazên wan ji aliyê karbidestên rejîmê ve nîşan dan.
Ji aliyek dinê ve, komek ji kêmendaman li hember avahiya Şêwreya bajarê Tehranê kombûna nerizayetiyê lidar xistin.
Kêmendaman li derheq radestkirina sîstema veguhestina kêmendaman bo beşa taybet, nerazîbûna xwe nîşan dane.
Herwisa li gorî rapora Nûçegihaniya “Hêrana”yê, hejmarek ji xwaziyarên “Meskenê Millî” li bajarê Qezwînê, bo nîşandana nerizayetiya xwe li hember pêrenegihîştin bi daxwaziyên wan li ber avahiya giştî ya Rê û Bajarsaziya Parêzgeha Qezwînê, kombûna nerizayetiyê lidar xistine û daxwaza dana avahiyan li dema dirarîkirî de kirine.
Rejîma Îranê û berpirsên pêwendîdar, bi cihê çareserkirina pirsgirêkan û pêregihîştin bi daxwaziyên malnişînkiriyan li seranserê Îranê, hewlê didin bi çewtekarî û sozên bê bingeh wan bixapîne, lê malnişînkiriyên nerazî li ser daxwaziyên xwe pêdegir in û dirûşmên wan ji çaksazî ve ber bi rûxandinê hatine guherîn.