Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Krîza destnekevtina dermanê “Hêmofîlî” li Îranê

12:10 - 21 Tebax 2023

Kêmbûna dermanan li Îranê bûye krîzek micid û gelek dermanên pêwîst ji bo nexwaşan dest nakevin û pêka hina nûçeyên navxweyî, xelk neçarin hin dermanên pêwîst ji bo çareseriya nexweşiyên xwe, ji yektir deyn bikin.
Serokê berê yê “Navenda Hêmofîlî” ya rejîma Îranê, “Ehmed Qewîdil” di hevpeyvînekê de digel medyayên ser bi rejîma Îranê, tevî behskirin li ser destnekevtina dermanê “Hêmlîbra” a taybet bi nexweşên “Hêmofîlî” li Îranê, daye zanîn ku “Wezîrê Tendirustî bi tekezî înkara vê mijarê dike û îdia dike ku kêmiya dermanan nîne”.
Herwisa navbirî daye zanîn ku “rewş gihîştiye astekê ku hin kes ji nexweşên “Hêmofîlî” hin dermanan ji hev deyn bikin û hinekan jî, ev çend meh in derman wernegirtine û metirsiya xwînrêjiyên zêdetir û seqetbûna wan heye”.
Pêka amarên rejîmê, zêdetir ji 13 hezar kes li Îranê tûşî nexweşiya Hêmofîlî bûne û divê ew nesaxane her mehê derziyên “Hêmlîbra” li xwe bidin da ku leşê wan tûşê seqetbûnê neyê.