Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birêveçûna semînareke siyasî bi hilkefta 25ê Gelwaêjê li welatê Swîdê

12:11 - 21 Tebax 2023

Roja Şemî rêkevta 28ê Gelawêjê, li ser banghêjiya komîteya Hizbê li bajarê Stokholm, Opsala, Vêstros û Êskîlstona yên bajarê Swîdê, nûnerên hizb û rêkxistinên Kurdistanî û çend rêkxirawên Hizba Demokrat, bo pîrozkirina 78emenîn salvegera avakirina Hizba Demokrat, li bajarê Êskîlstonê li dora hev kom bûn.

Di vê semînarê de, destpêkê Nebez Elî Dust, Berpirsê Komîteya Giştî ya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li welatê Swîdê, bi nûneratiya komîteya giştî, tevî pîrozbahîkirina 78emîn salvegera avakirina Hizba Demokrat, bixêrhatina beşdarbûyan kir û paşê peyama hevpar a komîteyên rêkxistina semînarê ji aliyê "Hebîb Behramî” ve hate pêşkêşkirin.

Piştre "Qasim Qazî", kadrê bi ezmûn û têkoşerê dêrîn ê refa Hizba Demokrat, behsek derheq çawahiya serhildana bîra netewî û çêbûna Komeleya Jêkafê û bîrokeya bîrmendên wê serdemê pêşkêş kir.

Di beşa duyem a semînarê de, Mihemedelî Înayetî, Fermande û têkoşerê naskirî li nav refên Hizba Demokrat, behsek siyasî derheq 25ê Gelawêjê û rola Hizab Demokrat li rêkxistin û rêberîkirina tevgera rizgarîxwaziya Kurd li Rojhilatê Kurdistanê bi dirêjhiya 78 salên borî û bi taybet di şoreşa Jînayê de pêşkêş kir.

Hêjayê behskirinê ye ku nûnerên çendîn hizb û rêkxirawên Kurdistanî, bi hilkefta 25ê Gelawêjê, peyamên pîrozbahiyê bo vê semînarê şandibûn.