Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Welatiyekî Kurd li girtîgeha rejîmê li Sinê hate darvekirin

10:08 - 22 Tebax 2023

Welatiyê Kurd ê xelkê bajarê Seqizê yê bi navê “Şoreş Mirwetî”, girtiyê ku di dema şoreşa girtîgeha Seqizê de reviya bû û cardin hatibû girtin, îro roja Sêşemî 31ê Gelawêjê li girtîgeha rejîmê ya li Sinê hate darvekirin.
Pêka rapora rêkxirawên mafê mirovî yên Kurdistanê, roja Sêşemî 31ê Gelawêjê, sizayê darvekirina “Şoreş Mirwetî”, girtiyê xelkê Seqizê li girtîgeha rejîmê li bajarê Sinê hate cîbicîkirin.
“Şoreş Mirwetî”, roja 8ê Xakelêweya 1399 a Rojî, di meşa şoreşa girtiyên Seqizê li girtîgeha rejîmê ya vî bajarî reviya bû. Navbirî piştî revînê ber bi bajarê Banê ve diçe û roja Yekşemî 17ê Xakelêweya heman salê digel girtiyek din ê reviyayî li gundekî Banê têne girtin.
“Şoreş Mirwetî” 14 sal berî niha bi tohmeta kuştina “bi zanebûn” di dema diziya çekdarî de hatibû girtin û paşê ji aliyê dadgehên rejîmê ve bi îdamê hatibû sizadan.