Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîlê binkeyên hêzên rejîma Îranê li Sûriyê kir bi armanc

10:40 - 22 Tebax 2023

Şeva 30ê Gelawêjê, Ertêşa Îsraîlê bi mûşekan êrîşê ser binkeyên hêzên çekdar ên ser bi rejîma Îranê li derdora bajarê Demişqa kir û çendîn çekdar hatine birîndarkirin.

Li gorî nûçeyên belavbûyî, Ertêşa Îsraîlê li derdora Demişqê çendîn binke û enbarên teqemenî yên girûpên ser bi rejîma Îranê bi mûşekan kiriye bi armanc.

Nûçegihaniya fermî ya rejîma Sûriyê ya “Sana”yê, ev êrîşa piştrast kiriye û daye zanîn ku “derdorê demjimêr 11:55 xulekên şeva Duşemî, Îsraîlê bi avêtina mûşekan ji aliyê Colanê ve hin cih li derdora bajarê Demişqê kiriye bi armanc”.

“Sana” dibêje, di vê êrîşê de leşkerek hatiye birîndarkirin û xisarên madî hene.

Lê Ajansa Nûçegihaniya “El-erebiye” jî nivîsiye: “Îsraîlê di vê êrîşê de barhilgirek cebilxaneyî ku gihaye balafirxaneya Demişqê mûşekbaran kiriye.

Îsraîl hebûna girûpên terorîstî yên ser bi rejîma Îranê li Sûriyê bi metirsiyek mezin li ser ewlehiya welatê xwe dizane û her lewma wan berdewam dike armanc.