Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birêveçûna cejna 25ê Gelawêjê li welatê Norwêjê

11:01 - 22 Tebax 2023

Roja Yekşemî rêkevta 29ê Gelawêja 1402 a Rojî, bi amadebûna beşeke berçav ji endamên Hizba Demokrat û nûnerên hizbên siyasî û Kurdên rûniştî li welatî Norwêjê, rêûresmek bo yada 78 saleya avakirina Hizba Demokrat bi rê ve çû.

Di rêûresmê de “Idrîs Hemzeyî”, Berpirsê Beşa Ragihandana Komîteya Giştî, peyama komîteya hizbê li welatê Norwêjê bi vê hilkeftê pêşkêş kir, ku di beşek ji peyama wî de îşare bi têkoşana pir ji hevraz û nişîv a Hizba Demokra kir ku wek hizbek neteweyî bîra netewî di nav civata xelkê de berfireh kiriye û ji bo armancên xwe têkîşînê dike.

Paşê “Qadir Ezîzbeygî”, peyama hevpar a rêkxirawên Yekîtiya Jinan, Ciwan û Xwendekaran, Girtiyên Siyasî û Komeleya Kultûrî li welatê Norwêjê pêşkêş kir.

Di beşeke din a bernameyê de, “Yorgin Wîk Ordforêd”, Endamê Desteya Birêveberiya Bajarvaniya “Lîlstrom” li ser lîsteya Partiya Kedkaran, gotarek pêşkêşê amadebûyan kir ku di axavtinên xwe de îşare bi vê yekê kir ku wan pêwendiyên baş digel Kurdan hene û herwisa Partiya wan û Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, herdu ji bo demokrasiyê xebatê dikin.

Di beşeke din a rêûresmê de, bi pêşkêşkirina gul ji aliyê seyîd Resûl Seyîd Ehmedî, Berpirsê Teşkîlata Giştî ya Komîtê ve, rêz ji wan hevalan hate girtin ku di rêûresmên hizbî de wek heyeta birêveberî ya hilkeftên hizbê, kar dikin.

Di dawiyê de rêûresm bi sitrana hunermendan Bêhrûz Lutfîpûr, Şêrko Merîwanî û Mêhran, hate xemilandin.