Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berpirsekî binkeya sînorî ya rejîmê li bajarê Qesrê Şîrîn teqe li serbazekî Kurd kir û kuşt

11:32 - 22 Tebax 2023

Li bajarê Qesrê Şîrînê, serbazekî Kurd ku bi tenê 2 meh ji serbaziya zoremiliya wî derbas dibû, ji aliyê fermandeyê wî ve bi çeka şer hate kuştin.

Pêka rapora Rêkxirawa Mafê Mirovî ya “Hengaw”ê, roja Şemî 28ê Gelawêja 1402 a Rojî, serbazekî Kurd ê bi navê “Rehman Şems” ê temen 19 salî û xelkê gundê “Kişmiştepe” yê ser bi bajarê Makûyê ku bi tenê 2 meh ji serbaziya zoremiliya wî derbas dibûn, li binkeya sînorî ya rejîmê li bajarê “Qesrê Şîrîn” ê ser bi parêzgeha Kirmaşanê, ji aliyê fermadeyî xwe ve bi çeka saçmayî hatiye kuştin.

Herwisa “Hengaw”ê daye zanîn, ku fermandeyê rejîmê, “Rehman Şems” bi awayê rasterast û ji pişt ve daye ber gulleyan û navbirî kuştiye.

Nevendên rejîmê li dema radestkirina termê “Rehman Şems” bi malbata wî re, xwe ji dana her cure bersivekê li derheq sedema kuştina kurê wan û navê bikuj parastine.

Herwisa navendên rejîmê gef ji malbata “Rehman Şems” xwarine ku nabe kuştina kurê xwe mîdyayî bikin.

Pêka amarên “Hengaw”ê, li kêmtirî 3 mehan zêdetir ji 8 serbazên Kurd li heyama derbaskirina serbaziya zoremilî de xwe kuştine an ji aliyê fermandeyên wan ve hatine kuştin.