Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berdewamiya kombûna nerizayetî ya malnişînkiriyên îdareya Mixabirat li Rojhilatê Kurdistan û Îranê

12:12 - 22 Tebax 2023

Bo çendemîn roj e ku kombûnên nerzayetî yên malnişînkiriyên îdareya Mixabirat a rejîma Îranê li bajarên wek “Tehran, Erak, Ehwaz, Kirmaşan, Reşt, Meşhed û Bender Ebas”ê bi awayekî hevdem bi rê ve diçin.
Roja Duşemî 30ê Gelawêja 1402 a Rojî, hejmarek ji malnişînkiriyên kompaniya Mixabiratê, tevî nîşandana nerizayetiya xwe li hember guhnedana berpirsan bi daxwaziyên wan, û dabînnekirina bîme û xizmetguzariyên dermanî, ji aliyê birêveberên kompaniya Mixabiratê ve,  li çendîn bajaran de kombûnên nerizayetiyê lidar xistin.
Hêjayê gotinê ye ku ev kombûn hemû heftiyan bi rê ve diçin û bi “Duşemiya Nerazîtiyê” hatiye binavkirin.