Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cejna 25ê Gelawêjê li welatê Danmarkê bi rê ve çû

12:48 - 22 Tebax 2023

Roja Şemî 28ê Gelawêja 1402 a Rojî, ji aliyê Komîteya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li devera “Şîlend” a bajarê “Roskîldê” li nêzî bajarê Kopênhagê, cejna 25ê Gelawêjê û yada 78emîn salvegera avakirina Hizba Demokrat hate lidarxistin.

Di vê rêûresmê de peyama Komîteya Giştî ya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li Danmarkê ji aliyê “Hetem Cehangîrî” Berpirsê Komîteya “Şîlend”ê ve hate pêşkêşkirin ku di beşeke peyamê de îşare bi vê yekê kir ku nifşên avakerê “Komeleya Jêkaf” û Hizba Demokrat niha jî, li ser gihîştin bi armanc û hêviyên vê diyardeya modern micid û pêdegir in ku di jiyana siyasiya Kurd de, ne ku li Rojhilat, belkî şoreşeke modern û pêşevtinxwazanetir jî rêk xsitine ku xew ji çavê desthilatdarên Tehran û heta girûp û qatên paşverû yên deverê jî revandiye. Şoreşek ku gotar û dîskorsa vê cîhana pêşkevtî jî, bi hemû tex û qatên wê ve aniye deng û gotara rast û dirust a Kurdî li derheq “Jin Jiyan Azadî” bi cîhanê da nasandin.

Piştre bi vê hilkeftê, belgefîlmek li ser 78emîn salvegera avakirina Hizba Demokrat hate pêşkêşkirin.

Herwisa ji aliyê “Şanaz Kake Azer” ve peyama hevpar a Yekîtiyên “Ciwan, Xwendekar û Jin”ên Demokratê hate xwendin.

Di beşeke din de hejmarek peyamên hêz û aliyên siyasî bi hilkefta 25ê Gelawêjê ji aliyê pêşkêşkarê bernamê ve hatine xwendin.

Hêjayê gotinê ye ku rêûresm bi beşdariya hunermendan “Necmedîn Xulamî, Şoreş Bokanî, Hemîd Osman” û mûzîkjen “Goran Îbrahîm Xeyat û Hemîd Resûlî” ve heta derengiya şevê bi govend û şahiyê berdewam bû.