Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bavê şehîdekî şoreşa Jînayê ji aiyê hêzên rejîmê ve hate girtin

10:08 - 23 Tebax 2023

Maşalah Keremî, bavê Komar Keremî, xwenîşanderê ku di girtîgeha rejîmê de hatî îdamkirin û yê xelkê bajarê Bîcarê ji aliyê hêzên rejîmê ve hate girtin.

Pêka rapora “Chaw News”ê roja Sêşemî 31ê Gelawêja 1402an, Maşalah Keremî yê xelkê bajarê Bîcarê û bavê şehîd Komara Keremî, xwenîşanderê ku hatî îdamkirin, ji aliyê hêzên rejîmê ve hate girtin.

Hatiye zanîn ku hêzên ewlehî yên rejîmê rijiyane ser mala Maşala Keremî û leptab û mobayla navbirî û hemû endamên malbata wî jî digel xwe birine.

Heta belavbûna vê nûçeyê, ji sedema girtin, rewş û cihê ragirtina Maşalah Keremî, ti zaniyariyek ber dest nîne.

Komar Keremî, welatiyê temen 22 salî û xelkê bajarê Bîcarê, di meşa şoreşa Jin Jiyan Azadî de, li Xezelwera 1401 a Rojî, hate girtin û paşê bi tohmeta kuştina besîcekî yê bi navê “Ruhulah Ecemiyan” bi îdamkirinê hatibû sizadan û roja 17ê Befranbara 1401an, bi bê agehdarkirina malbata wî di girtîgehê de hate darvekirin.