Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di heyama heftiyekê de 35 kes li Kurdistanê hatine girtin

10:50 - 23 Tebax 2023

Li berdewamiya binpêkirina mafê mirov li Rojhilatê Kurdistanê, bi dehan welatiyên Kurd di heyama heftiyekê de hatine girtin.

Li gorî Ajansa Mafê Mirovî ya “Hengaw”ê, roja Sêşemî rêkevta 31ê Gelawêjê, li heyama kêmtir ji mehek beriya destpêka salvegera şoreşa Jînayê (meha derbasbûyî), givaşên navendên ewlehî yên rejîmê bo ser xelkê Kurdistan û bi taybet endamên malbatên şehîdan berdewam e û bi gazîkirin wan bo navendên ewlehî û gefxwarin ji wan, bi awayekî berçav zêde bûye û herwisa di heftiya derbasbûyî de, aliyê kêm 35 welatiyên Kurd û endamê malbatên şehîdên şoreşa Jînayê li Kurdistanê hatine girtin.

Li gorî vê amarê, di heyama heftiyekê de wate roja Çarşemî 25ê Gelawêjê heta 31ê Gelawêjê, aliyê kêm 35 welatiyên Kurd li Kurdistanê ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine girtin.

Herwisa hejmarek zêde ji welatiyan û bi taybet ew kesên ku li xwenîşandana sala borî hatibûne girtin, çalakvanên medenî, jîngeparêz û malbatên şehîdên şoreşê ji aliyê navend û hêzên rejîmê ve hatine gazîkirin û gef ji wan hate xwarin.