Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di çendîn bajarên Kurdistan û Îranê de kombûnên nerizayetî bi rê ve çûn

11:23 - 23 Tebax 2023

Pêka raporên belavbûyî, 16 kombûnên nerizayetî li çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi rê ve çûne û li bajarê Îlamê jî hêzên serkutker ên rejîmê, bi awayekî tundûtîjî digel xelkê nerazî reftar kirin.

Pêka vîdyoyên ku di nav torên civakî de hatine belavkirin, roja Sêşemî 31ê Gelawêja 1402 a Rojî, li bajarên “Kirmaşan, Îlam, Polduxter, Sine, Xuremava, Şehrê Kurd , Şîraz, Simnan, Tehran, Kerec, Ehwaz, Qezwîn, Erdebîl, Kaşmer û Rask”ê kombûnên nerizayetî bi rê ve çûne û li bajarê Êlamê jî hêzên serkutker ên rejîmê tundûtîjî sixtine nav kombûna nerizayetî ya malnişînkiriyan.

Herwisa malnişênkiriyan li bajarê Kirmaşanê bi dirûşma “mamosteyê binçavkirî divê bêne azadkirin” û bi hilgirtina plakardan, kombnûneke nerizayetiyê lidar xistin,

li bajarê Sinê de jî malnişînkiriyan kombûneke nerizayetiyê li derheq bilindbûna nirxan û daketina dahata wan, bi dirûşma “bilindbûna nirxan û enflasyon dujminê xelkê ye” lidar xistin.

Herwisa malnişînkiriyan li ber deriyê Fermandariya rejîmê li bajarê Polduxterê li parêzgeha Luristanê kombûna nerizayetiyê lidar xistin û daxwaza pêregihîştin bi daxwaziyên xwe kirin.

Li bajarên “ Şehrê Kurd, Simnan, Yezd, Erdebîl û Şîraz”ê jî, mamosteyên malnişînkirî li ber avahiya Sindoqa Malnişînkiriyan, kombûna nerizayetiyê lidar xistin û daxwaza pêregihîştin bi daxwaziyên xwe kirin.

Herwisa kedkarên Kompaniya “IGC” a neftê li gundê “Cefîr” ê ser bi bajarê Ehwazê, li derheq paşkevtina mûçeyên wan ên çend mehan û rewşa xirab a jiyanê, kombûna nerizayetiyê lidar xistin.

Bi giştî li çendîn bajarên din ên Îranê, tex û qatên cuda yên civakê kombûnên nerizayetiyê li dijî rejîma Îranê bi rê ve birin.